Şervanên YPG'ê Şoreş û Cîlo li Efrînê spartin axê
Şervanên YPG'ê Şoreş û Cîlo li Efrînê spartin axê
Şervanên YPG'ê Şoreş û Cîlo li Efrînê spartin axê
Li gundê Metîna ya Efrînê Cenazeyê şervanên YPG'ê Şoreş û Cîlo ji aliyê bi hezaran kesî hatin oxir kirin.
li Efrînê cenazeyê şervanên YPG'ê Munzur Yûsif bi nasnav (Cîlo) û Welat Îsa bi nas navê (Şoreş) yên ku di pevçûnên li taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyana xwe jidest dan îro ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Şehîdan a li gundê Metîna ya Efrînê spartin axê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre endama yekîneyên Parastina Gel (YPG) Gulan Efrîn axivî û da zanîn ku ewê wek YPG'ê dê heta dawî şopa şehîdan bişopînin. Herwiha Efrîn da zanîn ku ewê li himber êrîşan bê deng nemînin.
Piştre Serokê Meclisa Gel a Efrînê Etûf Ebdo diyar kir ku rejîma Baasa şofînist hîn êrîşê gelê sivîl dike û komkujiyan pêk tîne. Her wiha Ebdo bang li hemû gelê kurd kir ku birayên xwe li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd destek bikin û li himber êrîşên ku li ser wan tê kirin bê deng nemînin.
Piştî Ebdo Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Hukmet Mihemed axivî û destnîşan kir ku herdû şehîdên Eşrefiyê xwîna xwe ji bo parastina gel feda kirine. Piştî merasîm bi dawî bû cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê.