Şervanê YPG'ê Şêxo li Kasselê hat bîranîn
Li bajarê Elmanya Kasselê, şervanê YPG'ê Nûbar Eshet Şêxo yê roja 21'ê Nîsanê di şerê li Qamişlo yê li dijî hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Li bajarê Elmanya Kasselê, şervanê YPG'ê Nûbar Eshet Şêxo yê roja 21'ê Nîsanê di şerê li Qamişlo yê li dijî hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Li bajarê Elmanya Kasselê, şervanê YPG'ê Nûbar Eshet Şêxo yê roja 21'ê Nîsanê di şerê li Qamişlo yê li dijî hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. Ji bo Şêxo li Navenda Gel a Demokratîk li Kasselê mewlûd hat dayîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Meclîsa Gel a Kasselê Faysal Torî axivî. Torî diyar kir, di şexê Nûbar Eshet Şêxo de ew bi rêzdarî bejna xwe li ber cangoriyên têkoşîna azadiyê ditewînin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kasselê Îrîna Vasîlîevna jî sersaxî ji malbatê re xwest. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî beşdarî bîranînê bû û rewşa dawî ya siyasî nirxand.
Bavê Nûbar Eshet Şêxo Eshet Şêxo jî mesajek ji bîranînê re şand û beşdar silav kir. Şêxo spasiya her kesên beşdar kir û bi kurtasî jiyana Nûbar Eshet Şêxo vegot. Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû.