Şervana Rojava Ivana Hoffmann li Stûttgartê hat bîranîn

Ivana Hoffmann û Coşkûn Înce, li bajarê Stûttgart ê Elmanya bi aktivîteyekê hatin bîranîn.

Li herêma Til Temir a Rojava di şerê 7’ê Adarê yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de endama şervanê MLKP’ê yê Elman Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekîşîn Guneş) û di heman rojê de di heman çeperê de şervanê MLKP’ê Coşkûn Înce (Tekoşer Kurdistan) yên jiyana xwe ji dest dane, bi aktivîteyekî li salona Lîlo Herrmann a Stûttgartê hat lidarxistin hatin bîranîn.

Aktivîte Şoreşgerên Elman organîze kirin û Yoûng Stûttgart piştgirî kir, her wiha dayika Ivana Hoffmann jî beşdar bû.

Aktivîte di kesayeta Ivana û hemû şehîdên sosyalîzmê û azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Rêxistina Ciwanên Komînîst (KGO) axaftin hat kirin.

Têkildarî jiyana Ivana sînevziyona hat pêşkêşkirin û dayika Ivana jî axivî û bîranînên Ivanna bi beşdarvanan re parve kir.

Aktivîte, bi parvekirina bîranînên Ivana Hoffmann û Coşkûn Înce berdewam kir û bi çepikan bi dawî bû.

...