Şertê kêmkirina CO2 li ser santralên termîk ên Elmanya tê ferzkirin
Şertê kêmkirina CO2 li ser santralên termîk ên Elmanya tê ferzkirin
Şertê kêmkirina CO2 li ser santralên termîk ên Elmanya tê ferzkirin
Elmanya, ji bo pêşî li germahiya global bigire, di bicihanîna armancên xwe yên kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê de zehmetiyan dikşîne.
Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) di nivîseke xwe de destnîşan kir ku Hikûmeta Federal ji bo armancên xwe yên kêmkirina belavkirina karbondîoksît (CO2) bicih bîne, wê giraniyê bide santralên termîk. Li gorî nûçeya rojnameyê, bi qanûneke di nava hefteya pêş de were derxistin re, wê şertê kêmkirina belavkirina CO2 were destnîşan kirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku tê plankirin kargehên RWE, Eon, Vattenfall, ENBW û Steag, tevkariyê li armancên hikûmetê yên li ser avhewayê bikin. Li gorî vê yekê, ji van kargehan tê xwestin, ku heta sala 2020'an belavkirina CO2 bi qasî 22 mîlyon tonî kêm bikin.