Serokkomarî: Dozên KCK'ê fêhl û finas in

Di rûpela înternetê ya Serokkomariyê de li xwe mikur hatin , 'dozên KCK'ê ''fêhl û finasên FETO ne''.

Di rûpela înternetê ya Serokkomariya Tirk de, ji ber salvegera 15'ê Tîrmehê raporeke bi 42 rûpelan hate hazirkirin. Di raporê de ya bi sernavê ''Di 10 pirsan de hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û rêxistina terorê ya Fethullahî' hate gotin, ''FETO hem di mijara Kurd de ji bo ku çareseriya sabote bike, hem jî armanc dikir, ya ku ne serwerî MÎT'ê bû, armanc dikir MÎT'ê bi dest bixîne.''

Di raporê de ji bo doza Oda TV ku nûçegihan Ahmet Şik û Nedîm Şener jê hatibû girtin hate gotin, ''bêdengkirina muxalîfan'' ji bo kuştina Rêveberiya Giştî ya rojnameya Agosê Hrant Dînk got, ''rêveberina pêvajoya tasfiyeya artêşê''.

'TASFIYEYAY BI DELÎLÊN QELP'

Di raporê de di bin navê ''dozên fêhl û finasan'' de dozên Ergenekon, Balyoz, KCK'ê, Selam-Tevhîd, Tahşiye, dozên Sîxûriya Leşkerî cih girtin. Ji bo davên navborî hate gotin, ''Derkete holê ku bi van delîlên qelp ên van dozan û bi dadgehên honakî rikberên xwe tasfiye kirin.'

Her çendî ''dozên KCK'ê'' mîna ''doza fêhl û finasan'' hatibe nîşandan jî, darizandin bênavber didomin.