Serokkomarê Iraqê Mahsûm: Divê parlamento demildest kom bibe
Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm bang li tevahî aliyên siyasî kir ku ji nû ve parlamentoyê kom bikin. Mahsûm wiha bang li hêzên ewlehiya Iraqê jî kir: “Saziyên dewletê biparêzin.”
Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm bang li tevahî aliyên siyasî kir ku ji nû ve parlamentoyê kom bikin. Mahsûm wiha bang li hêzên ewlehiya Iraqê jî kir: “Saziyên dewletê biparêzin.”
Ji ber qirîza siyasî ya demên dawî bi dagirkirina parlamentoyê jî gihişt lûtkeyê, civînên li Parlamentoya Iraqê taloqî dîrokek nediyar bibû. Di daxuyaniya Serokkomarê Iraqê yê Kurd Dr. Fûad Mahsûm de, banga demildest ji nû ve komkirina parlamentoyê li aliyên siyasî hate kirin.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî derdorên siyasî hate kirin ku di çarçoveya nîzama qanûnî de xebatên xwe bimeşînin, wiha hate gotin: “Divê hêzên ewlehiyê di têkoşîna li dijî terorê de wezîfeyên xwe bi cih bîne. Bikaribin wezîfeyên xwe yên parastina saziyên dewletê bi cih bînin ku terorîst êrîşî saziyên dewletê nekin.”