Serokkomarê Iraqê ji bo çareseriyê kete dewrê!

Ji bo çareseriya ji krîza Iraqê re Serokkomarê Kurd ê Iraqê Fuad Masûm kete dewrê. Partî bi seroktiya Masûm civiyan. Xwepêşandêr jî xwe ji bo protestoyên nû hazir dikin.

Ji hêlekê ve Kerkûk û êrîşên bombeyî  yên li ser herêmên ku nîqaş li ser hene, li hêla din xwepêşandanên li başûrê Iraqê û hê jî, ji ber sedema ku hikûmet ava nebûye, valahiya siyasî û rêveberiyê Serokkomarê Kurd ê Iraqê Fuad Masûm kete dewrê. Masûm ji hêlên siyasî re name şand û xwest ku ji bo çareseriyê li hev bicivin. Civîn duh li qesra Serokkomariyê hate kirin.

JI MASÛM DAXUYANÎ

Ji ofîsa çapemeniyê ya Fud Masûm ev daxuyanî hate belavkirin:

"Bi hêlên siyasî re li ser protestoyên başûrê welêt gotûbêj hatin kirin. Daxwazên xwepêşandêran rewa ne. Xwepêşandêr divê ji ji çalakiyên tundrew, ji êrîşên ser partiyên siyasî û saziyên fermî dûr bin. Partiyên siyasî ku tevlî civînê bûne, encama hilbijartina 12’ê Gulanê, ku Dadgeha Federal a Iraqê wê bibiryar bike, qebûl dikin. Divê jimartina bi destan a sendoqan demildest biqede."

Di civînê de ji hêlên siyasî hate xwestin ku ji bo pêkhatina hilbijartina Serokkomariya Iraqê, serokwezîritê û seroktiya parlamenoyê koordînasyoneke siyasî were kirin û pêgirê destûrê bin.

PDK Û YNK BI ŞANDEYEKE HEVPAR HATIN

PDK û YNK bi şandeyeke hevpar tevlî civînê bûn. 

Sekreterê Polîtbûroya PDK’ê Fazil Mîranî û Berpirsê Polîtbûroya  YNK’ê Mele Bextiyar seroktî jişandeya PDK û YNK’ê re kirin.

XWEPÊŞANDÊR JI BO SIBE HAZIRIYA XWE DIKIN

Li gel civîna Fuat Masûm a bi mebesta avakirina hikûmeta nû û bidawîbûna xwepêşandanên li welêt ya bi partiyên siyasî re, xwepêşandêr xwe hazir dikin ku Înê, ango sibe li 10 bajaran xwepêşandanên mezin bikin.

Li gorî jêderên xwecih xwepêşandêr Înê li gel Bexayê li Besra, Vast, Meysan, Zîkar, Babil, Divaniye, Semave, Necef û Kerbalayê xwe ji bo protestoyên mezin hazir dikin.

LÊGERÎNÊN AŞTIYÊ BÊENCAM DIMÎNIN

Haziriyên protestoyên berfireh nîşan didin ku hewldanên Serokkomarê Masûm û Serokwezîr Ebadî yên bi mebesta ku çalakî bi dawî bibin, bêkêr in.