Serokê Turk-Îşê îstifa kir

Serokê Turk-Îşê îstifa kir

Serokê Giştî yê Turk-Îşê Mûstafa Kûmlû ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Îstifaya Kûmlû ji malpera înternetê ya sendîkayê hat ragihandin.

Kûmlû di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser îstifa xwe de got, "Heman piştî Civata Giştî ya Turk-Îşê ya sala 2011'an, bêaramiya di nava rêveberiya Turk-Îşê de peyda bû, bi demê re gihaşt wê nuqteyê ku êdî derbas nabe û zerar daye Turk-Îşê."