Serokê partiya çep ê Swêdê Sjostedt çû serdana konê HDP’ê

Ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de li Stockholmê dengdayîn didome. Siyasetmedarên ji Swêdê tên konê HDP’ê û peyamên piştgiriyê didin.

Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt di serdana kon de axivî û diyar kir ku Erdogan demokrasiyê ji holê radike, medyayê bêdeng dike, nûnerên partiyên siyasî dixe girtîgehê û li ser gelê Kurd û neteweyên din zextan dike.

Sjostedt diyar kir ku HDP  dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike û heke demokrasî were ew ê hemû gel azad bibin.

Sjostedt diyar kir ku Demîrtaş sal û nîvek e di girtîgehê de ye û  got, “Li welatên demokratîk parlementer û siyasetmedar nayên girtin. Demîrtaş û endamên HDP’ê ji ber ku tiştên rast dibêjin, ji ber ku aştî û demokrasiyê diparêzin dewletê ew xistine girtîgehê. Ev jî tê wateya ku Erdogan bêhêz e. Li Tirkiyeyê 6 milyon mirovan deng dane HDP’ê. Ev kes ew ê dîsa dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş.”

Parlementerê Partiya Çep Danîel Rîazat jî çû serdana konê HDP’ê. Rîazat diyar kir ku HDP ew ê bendê derbas bike û partiya çep ji bo şopandina hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ew ê 3 parlementerên xwe bişîne Tirkiyeyê.