Serokê berê yê Komeleya Kurd a Essenê hat binçavkirin

Polîsê Elman danê vê sibehê avêtin ser mala Serokê berê yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Essenê Metîn Dûrsûn û ew binçav kirin.

Li gorî agahiyên ji hevsera wî Selma Kaya hatin girtin, serdegirtin danê sibehê saet di 07:00 de pêk hat. Heft-heyşt polîsên bi çekê ketin hundir, Metîn Dûrsûn binçav kirin.

Di dema serdegirtinê de Dûrsûn, hevsera wî Selma Kaya û zarokên wan ên 1.5 salî li malê bûn. Kaya diyar kir, serdegirtin dibişiya zextên li Tirkiyeyê.

Sedema binçavkirinê nehat hînbûn.

Metîn Dûrsûn ê di nava rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk de cih digire, di heman demê de endamê Meclîsa Biyaniyan a Dîe Lînke (Partiya Çep) ye.

Balkêş e ev operasyon piştî serdana Serokwezîra Elman Angela Merkel a li Tirkiyeyê pêk hat.