Serokatiya Fermandariya Giştî îstifa Damci qebûl kir

Serokatiya Fermandariya Giştî îstifa Damci qebûl kir

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, îstifa Fermandarê Hêzên Hewayî Nezîh Damci qebûl kir. Lê belê îdîa kir ku ti pêwendiya vê biryarê bi komkujiya Roboskî re tineye.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, bi rêya malpera xwe ya înternetê, li ser îstifaya Serokê Kûrmay ê Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Di hin navgînên çapemeniyê de hat îdîakirin ku sê generalên Fermandariya Hêzên Hewayî ji wezîfeyên xwe îstifa kirine û ev îstifa jî ji ber hin dozên der heqê Qilabanê de pêk hatiye. Serokê Kûrmay ê Hêzên Hewayî Korgeneal Nezîh Damci bi xwe xwestiye teqawit bibe û daxwaza wî ya teqawîtbûnê hatiye erêkirin. Daxwaza teqawîtbûnê ya Korgeneral Damci, pêwendiya xwe bi bûyerên di çapemeniyê de cih digirin re, tineye. Ji bilî korgeneralekî, ti generalên ji Fermandariya Hêzên Hewayî daxwaza teqawîtbûnê kirine, tineye."

Hêjayî gotinê ye 3 roj beriya civîna îro ya Şûra Leşkerî ya Bilind (YAŞ), Serokê Kûrmay ê Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci û Fermandarê Perwerdeya Hewayî Tumgeneral Atîlla Ozturk û Fermandarê Dibistanên Teknîkî yên Hewayî Tumgeneral Ziya Cemal Kadioglû ji wezîfeyên xwe îstifa kiribûn.

Navê Serokê Kûrmay ê Fermandariya Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci, di komkujiya Roboskî de derbas dibû. Li gundê Roboskî yê Şirnexê, bi bombebaran balafirên şer 34 gundiyên Roboskî jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan çend roj berê di vekirina balafirgeha Şirnexê de bi malbatên ji Roboskî hevdîtinek taybet çê kiribû û ji bo komkujiya Roboskî gotibû "Fermana operasyonê min neda."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî li ser van gotinên Erdogan gotibû, "Di encama darizandineke adîl de wê eşkere bike ka kê ew ferman daye. Eger ew bi xwe weha dibêje, hingî bila rê bide dadgeriyê. Gotinên wî tê wê wateyê ku ew dizane kê ferman daye."