Serok Komarê Tirk Gul: Bila her kes biçe mala xwe!

Serok Komarê Tirk Gul: Bila her kes biçe mala xwe!

Heya niha hikumetê bersivek zelal nedaye daxwazên berxwedanvanên Parka Gezî, Serok Komarê Tirk Abdullah Gul jî diyalog bes dît û got: “Vebûna deriyê hevdîtin û diyalogê nîşana demokrasiyê ye. Ez bawerim dikim ku, ev pêvajo dê encamên baş bihilberîne. Pêwîste her kes vegera malên xwe.”

Abdullah Gul li ser hesaba xwe ya Twitter daxuyaniyek da û got: “silav ji her kesê re. Peyamên ku we di derbarê Parka Gezî ya Taksîmê de şandine min girtin. Ez bawerim ku ji roja destpêkê ve daxuyaniyên ku ez didim hûn dişopînin. Min gotibû, demokrasiya me tê testkirin. Vebûna deriyê hevdîtin û diyalogê nîşana demokrasiyê ye. ez bawerim dikim ku, ev pêvajo dê encamên baş bihilberîne. Êdî pêwîste her kes vegera malên xwe.”