Serlêdanên penaberiyê yên li Elmanya wê bi salan kêm nebin
Serlêdanên penaberiyê yên li Elmanya wê bi salan kêm nebin
Serlêdanên penaberiyê yên li Elmanya wê bi salan kêm nebin
Li Elmanyayê, ku zêdetirîn serlêdanên penaberiyê yên 20 salên dawî hatin kirin, tê payîn ku di salên pêş de jî serêldan zêde bibe. Wezareta Karên Hundir xwest, Elmanya xwe li gorî hatine hejmareke zêdetir a penaberan amade bike.
Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maiziere ji rojnameya Tagesspiegel am Sonntag re axivî û anî ziman, ku di salên pêş de wê hejmareke zêdetir a penaberan bê Elmanyayê. De Maiziere diyar kir ku li gelemperiya cîhanê 50 mîlyon mirov penaber in û bibîr xist, ku ev hejmar ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve hejmara herî bilind e.
Maiziere ragihand ku hejmara penaberan wê di salên pêş de zêdetir bibin û got, "Weke Elmanya, divê em jî xwe ji hejmareke zêde ya serlêdanên penaberiyê re amade bikin, ku wê salên dûr û dirêj bajo."
Maiziere da zanîn ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan divê mijar 'neyê tabûkirin' û diyar kir ku feraseteke 'hejmara zêde ya penaberan ne problemeke' jî şaş e. De Maiziere got, "Bêguman eger li garnîzoneke leşkerî ya berê ya li bajarekî, ji nişka ve hezar penaber neçar dimînin lê bijîn, ev problemeke. Her kesên di vê mijarê de pirsên rexneyî dipirsin, rastgirên tund nînin."
Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku xwedîderketina li penaberên ji şer û zextên siyasî reviyane, 'berpirsyariya Elmanya ya di polîtîka cîhanê de ye' û anî ziman ku ev wezîfeya însanî bicih hatiye anîn. De. Maiziere got, "Lê dîsa jî Elmanyaya federal nikare tevahiya pirsgirêkên cîhanê çareser bike" da zanîn ku hejmara penaberên welatê wî qebûl dike, bisînor e.
Li Elmanyayê, di nava 10 mehên îsal de 135 hezar 634 penaber hatin û 22 hezar 446 penaberên serlêdana wan hatibû redkirin, ji bo ji mafê duyemîn ê penaberiyê sûdê werbigire, careke din mafê xwe yê serlêdanê bikar anîn. Tê payîn ku heta dawiya vê salê, serlêdanên penaberiyê yên li Elmanyayê bên kirin, bigihêje 200 hezarî û ev yek wê serlêdana herî zêde ya 20 salên dawî be. Li Elmanyayê herî dawî di sala 1995'an de 128 hezar kesî serlêdan kiribûn û 39 hezar kesî jî serlêdana duyemîn ji bo penaberiyê kiribûn.