Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan rastî astengiya 'keştî xirabeye' hat

Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan rastî astengiya 'keştî xirabeye' hat

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re kiribûn dîsan rastî astengiya “keştî xirabeye” hatin û daxwaza hevdîtinê hate red kirin.

Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin serê sibê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û careke din jî bersivek nerênî dan. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê serlêdan nirxand û diyarkir ku, keştiya diçe Îmraliyê “xirabeye” û hevdîtin asteng kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (554 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye", "Belge kêmin" û “Betlaneya fermî” tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.