Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin

Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hinceta ku “keştî xirabe ye” careke din hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, dîsan bersivekî nerênî girtin. Îdareya Girtîgehê bihinceta ku “keştî xirabeye” serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Ocalan ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve serlêdanên ku ji bo hevdîtina muwekîlê xwe kirine hertim bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “muxalefet hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “ewraqên keştiyê kêmin” yan jî “bêhndanên fermî” têne asteng kirin.