Serlêdana parêzerên Ocalan bi hinceta ‘hewa nebaş’ red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan bi hinceta ‘hewa nebaş’ red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan bi hinceta ‘hewa nebaş’ red kirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi hinceta “hewayê nebaş” hate red kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yûrekli, Mazlum Cinç û Raziye Ozturk ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê a Bursa dabûn, hate red kirin. Ji bo parêzeran hinceta “hewa nebaş” hate nîşandan û ragehandin ku wê hevdîtin pêk neyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatine redkirin.