Serlêdana parêzeran a çûna Îmralî dîsan hat redkirin
Serlêdana parêzeran a çûna Îmralî dîsan hat redkirin
Serlêdana parêzeran a çûna Îmralî dîsan hat redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdan hat redkirin. 28 mehin bi hinceta keştî xerabe ye serlêdan tên redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Mazlum Dînç û Suna Bîlgîn, ji bo muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Tirk a Bursayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran hat redkirin. 28 mehin bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran tê redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 121 roj (28 mehin) nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.