Serlêdana parêzeran a bi Ocalana re ya cara 797’an hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 797’an serlêdan kirin. Serlêdan bi hincetên kêfî yên mîna berê hatin redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur Erol bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 797’an red kir.

Serlêdanên parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her tim, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “Rewşa Awarte " û "Xala 5275'an a Tedbîrên ewlehiyê û ceza” tên redkirin.