Serlêdana malbatê ya ji bo Ocalan hate redkirin
Serlêdana malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin.
Serlêdana malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin.
Bira û xuşka Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullha Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dabûn. Serlêdana malbatê bi hinceta Rewşa Awarte hate redkirin.
Her wiha serlêdana girtiyên din ên li Îmraliyê ya birayê Hamît Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aktaş jî hate redkirin.