Serlêdana malbatê ya bi Ocalan re cara 88’an jî hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbatê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Serlêdana hevdîtinê ya bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi birayê xwe re ku duh bi rêya parêzeran kiribû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên din ku li Girtîgeha Îmralî dimînin jî bi rêya parêzeran serlêdan kiribûn jî hate redkirin.

Serlêdana malbatan cara 88’an bi heman hincetên mîna ‘Keştî xirabeye’, ‘Rewşa hewayê’ û ‘Rewşa Awarte’ hate redkirin.