Serlêdana malbatan a ji bo Imraliyê nehate qebûlkirin

Serlêdana malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ya ji bo hevdîtinê nehate qebûlkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç, Yekşemê ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serlêdana xwe li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana nehate qebûlkirin.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê yên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo hevditinê serlêdan kirin û hevdîtina wan jî nehate qebûlkirin.

Dozgeriyê serlêdan bi hinceta ''sînordarkirinên li ser cezaxwariyan'' ku di ''Qanûna  bi hijmara 5275 a Derbarê Îînfaza Ceza û Tevrîdên Ewlehiyê'' serlêdan red kir.