Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê dîsa hate taloqkirin

Serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê careke din hate redkirin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Mazlûm Tûnç ê ku vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e bi rêya parêzerên xwe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan hate redkirin.

Emîn Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e jî serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatên girtiyên li Îmraliyê hate redkirin.

Ji 12’ê Tebaxa 2019’an de serlêdana malbatan tê redkirin.