Serhat Gultekîn hate girtin

Aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê ku ji aliyê Fransayê ve radestî Tirkiyeyê hatî kirin, hate girtin û ew birin Girtîgeha Metrîsê.

Aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn li Fransayê serlêdana îltîcayê kiribû û ji Kanûna 2023’yan heta niha îmze lê dihat ferzkirin. Gultekîn di 10’ê Nîsanê de ji bo avêtina îmzeyê çû û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Gultekîn ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, duh li Balafirgeha Stenbolê hate ragirtin û ji ber cezayê wî yê teqezbûyî hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.

Hate zanîn ku nexweşiya Sendroma Marfanê ya Gultekîn heye û parêzerên wî wê ji bo taloqkirina înfaza wî serlêdanê bikin.