Şerên li Rojava didomin

Şerên li Rojava didomin

Li gundên Girkê Legê û Tirbespiyê ji duh bi şev ve şerên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyan, di şerê YPG'ê yê li dijî çeteyên El Nûsra de, şervanekî YPG'eê jiyana xwe ji dest da, bi dehan endamên komên çeteyan hatine kuştin.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku duh bi şev li  gundên Tirbesipiyê, Gêrkêlegê, Girê Sipî’ê, Kobanê û Efrînê şerên dijwar hebûn.

GIRKÊ LEGÊ

Hate ragihandin li gundên Yûsifiyê, Qîro, benda kontrole ya Tahûnê, Girhok ê ser bi Gêrkêlegê şevê din heta sibê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî/Eniya El Nusra şerên dijwar hebûn. Li gorî agahiyan, şerê herî dijwar li gundê Yusifiyê derketiye, gelek kuştî û birîdar çêbûne. Lê der barê kuştî û birîndaran agahiyên zelal bidest nehat xistin.   

TIRBESPÎ

Li gundê Çêlekê yê 24 km dikeve başûrê Tirbespiyê, komên Dewleta Îslam êrîşî çeperên YPG’ê kirin û li ser vê yekê şerên dijwar rû dan. Heta zanîn şer bi qasî sê saetan dewam kiriye û gelek endamên komên çeteyan hatine kuştin. Li gorî hin çavkaniyan endamek YPG jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye. Heman çavkaniyan diyar kirin ku komên çete xwe vekişandine gundên Taya û  Mazlûma.

EFRÎN

komên çekdar duh di saatên nîvro de li gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku dikeve başûrê bajêr û li sînorê Helebê ye,êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kiribûn. Li ser êrîşê hêzên YPG’ê jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derketin. Hate ragihandin di pevçûnan de 3 êrîşkar hatin kuştin.

Wekî din komên çete yên ku li kelehe Semaan bicîh bûne, bi topên hawanê avêtin gundê Basûfanê û şerên li heremê hêj didome.

GIRÊ SPÎ

Hate zanîn êrişên komên çete yên Dewleta Îslamî/ Eniya El Nusra didomin. Hate hînbûn ku ji gundê Camis bi topên hawanan gundê Kendal bombe baran dikin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî li herêmên Zormexer, Qondîne, Dugurman, Qanaya dem bi dem şer diqewimin.