Şerên li Rojava didomin

Şerên li Rojava didomin

Hate ragihandin ku li gundên Mazlûma, Taya, Çêlekê û Sofyayê girêdayî Tirbesipiyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên girêdayî Eniya El-Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam de şerên demî rû dan. Li gundê Mahmûdiyê yê dikeve rojavayê Kobanê jî şevê din heta saet 20.00’an şerên demî hebûn. Hate zanîn ku komên çete yên Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrava ya Efrînê amadekariya êrîşan dikin.

Li  ser Rojava êrîşên Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam didomin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li gundên Mazlûma, Taya, Çêlekê, Sofya yê girêdayî Tirbesipiyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel û Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam şerên demkurt rû dane û li gundê Mahmûdiyê yê dikeve rojavayê Kobanê jî heta saet 20.00’an şerên demkurt hebûn. Hate zanîn komên çete yên girêdayî Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam li gundê Basûfanê navçeya Şêrava ya Efrînê amadekariyên êrîşan dikin.