Şerê Sûriyeyê derbazî Lubnanê bû: 15 mirî
Şerê Sûriyeyê derbazî Lubnanê bû: 15 mirî
Şerê Sûriyeyê derbazî Lubnanê bû: 15 mirî
Piştî ku rêxistina Hizbûlaha Lubnanê ket nava şerê li Sûriyeyê, şer derbazî Lubnanê jî bû. Li nêzî bajarê Baakbek yê Lubnanê ku dikeve sînorê Sûriyeyê de di navbera muxalifên Sûriyeyê û hêzên Hizbûlahê de pevçûn rûda, di encama pevçûnê de 15 kes mirin.
Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê yên Lubnanê dane, pevçûn duh şev li nêzî bajarê Baalbek rû dane.
Rayedarên Lubnanê dane diyarkirin ku, dema muxalifên Sûriyeyê xwe amade dikirin êrîşa biroket bikin pevçûnan rû daye. Hate diyarkirin ku, di bûyeran de herî kêm 15 kes hatine kuştin.
Beriya vê jî bi hinceta ku Hizbûllaha Lubnanê vekirî piştgiriyê dide rejima Şamê gefa lêdanê lêxwaribû. Di roja Şemiyê de çend roket avêtibûn.
Artêşa Sûriyeyê jî bi alîkariya Hizbûlahê bi rojane bajarê Quasir yê di destê muxalifan de bi çekên giran bombebaran dike. Tê texmîn kirin ku, pevçûnên li ser xaka Lubnanê rûdane girêdana xwe bi pevçûnên Hizbûlahê yên li bajarê Quasirê heye.
Muxalif didin diyarkirin ku, li bajarê Quasirê komkujî tê kirin, îro Xaça Sor ya Navnetewî daxuyaniyek da û bang li rêveberiya Şamê kir ku, ji bo alîkariyên mirovî bigehîne bajar bilez destûrê bide. Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê jî daxuyaniyek da û diyarkir ku, piştî li bajar operasyon bidawî bû ew dê destûr bidin.