Serê min jî, milê min jî bişikê ez li virim!
Serê min jî, milê min jî bişikê ez li virim!
Serê min jî, milê min jî bişikê ez li virim!
Serokê Mala Cemê û Komeleya Çand Pîr Sultan Abdal ya Ataşehîrê Metîn Arslan di berxwedana Parqa Gezî de bi giranî birîdar bibû. Arslan ku ji serî de piştgirî da berxwedanê, diyar ki rku polîsan ew ji nêz ve hedef girtine û bombeya gazê avêtine milê wî yê çepê û ji wir jî îsabetê gurçika wî kiriye. Arslan ligel birîndariya xwe berxwedana xwe didomîne.
Êrîşa tun ya polîsan a li Taksîmê rê li ber birîndariyên giran ve diek. Metîn Arslan ku bi giranî birîndar bû wiha got: “bombeya gazê avêtin. Ez bi bandora wê ji cihê xwe 4 metre pêşve ketim. Mêjiyê min û guhê min lerizîn, bedena min têk çû. Ez ji ser hişê xwe çûm. Kesên ez li erdê dîtim, birim Navenda Alfa Tip. Doktoran bi ultrasonê li gurçika min nêrîn û gotin bi awayekî cidî şewitiye.”
PIRSGIRÊKA SEREKE PIRSGIRÊKA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE
Ligel birîndariya giran, Arlsan çawa ji nexweşxanê dertê dîsa tê qada Taksîmê. Arslan got şîdeta polîsan, pêkanîna faşîzan û paşverû ya hikûmeta AKP’ê nîşan dide û got: “Divê ev serhildan danekeve birîna 3 daran. Daxwaz civakê ji hikûmetê heye. Ez serokê Mala Cemê û Komeleya Pir Sultan Abdalim. Navê kujer Yavuz Sultan Selîm ku 40 hezar kes kuşt, li pirê danîn. Polîtîkaya Suriyeyê, tune hesibandina îbadetxaneyên Mala Cemê, ferzkirina dersên olê, Otela Madimaqê ya ku ligel hemû hewldanan nakin muze, nêzîkatiya li hemberî hikûmetê ya li hemberî Elewiyan nîşan dide. Her roj heqeretan li Elewiyan dikin. Kesên ne ji wan nas nakin. Ji ber vê serê min jî bişikê, milê min jî bişikê ez li virim. Ezê der barê polîs de jî gilî bikim.