Serdozgeriyê gaza îsotan weke çek pejirand lê...

Serdozgeriyê gaza îsotan weke çek pejirand lê...

Serdozgeriyê biryara ku Daîreya 3. a Ceza bê ku kontrol bike gaza îsotan weke çek pejirandibû xera kir. Ev biryar ku rê li ber mirina gelek kesan vedike, li hemberî bikaranîna li ser hev gaza îsotan ji aliyê polîsan ve nayê zanîn ka li hemberî vê yekê wê bibe emsal an na.

Bi taybetî jî di dema çalakiyên Parka Gezî de bikaranîna li ser hev a gaza îsotan ji aliyê polîsan ve di demek ku di rojevê de ye, Serdozgeriya Daîreya 3. a Ceza gaza îsotan weke çek pejirand.

Biryar girêdayî bûyereke ku li Tuzlayê rû da hate dayîn. Di vekirina doza li hemberî  M. Y. ku di dema nîqaşekê de gaza îsotanr bi kar anî de, Dadgeha Ceza ya 7. A Sulh a Anodolu ya Stenbolê derbarê bersûc de ji ber bi zanebûn birîndar kiriye hate cezakirin. 

Li ser nerazîbûna ku hate nîşan dan Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Komarê, bi teblîxnameya ku amade kir diyar kir ku gaza îsotan di asta çekê de ye. Serdozgeriya 3. a Daîreya Ceza bê ku biryara dadgeha herêmî bi şêweyekî kêm e binirxîne vala derxist, gaza îsotan ku di rewşa sûc de bikaranîn li gorî hejmara 5237 a Destûra Ceza ya Tirk û  Maddeya 6. bikaranîn di sûcê bikaranîna çekê de ye û hat xwastin ku ji bersûc re maddeya 86/2-e a TCK bê pêkanîn. Bi vî awayî biryara dadgeha herêmê hate xerakirin. 

Di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de ji ber sedema gaza ku polîsan bi kar anî gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di nava wan de yên ku çavên xwe wenda kirin, travmayên serî derbas kirin û feliç bûne hene.