Serdanên Kişanak ên li Danîmarkayê didomin

Serdanên Kişanak ên li Danîmarkayê didomin

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li Danîmarkayê serdana xwe didomîne. Kişanak duh bi Wezîrê Derve yê Danîmarkayê re Villy Sonvdal re hate cem hev û der barê geşedanên li Tirkiyeyê de agahî da. Villy Sovndal jî piştî hevdîtinê axivî û got ji bo pirsgirêka kurd çi ji destê wan bê dê bikin. Di hevdîtinê de Komeleya Jinan a Kurd û nûnerên Kurdîsk Forum jî cih girtin.

Kişanak dê du rojan li Danîmarkayê hevdîtinan pêk bîne. Kişanak di serdana Wezîrê Karê Derve de der berê qonaxa ku pirsgirêka kurd têde ye, geşedanên Rojavayên Kurdistanê û komkujiya Parîsê de nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha Kişanak got ku hevîtinên hikûmeta tirk ya bi Ocalan re jî erênî dibînin û ger BDP’ê tevli pêvajoyê nekin dê pêvajo bixetime.

Kişanak da zanîn ku ew ji Danîmarkayê li benda piştgirî û alîkariyê ne û diyar kir ku BDP bi hemû hêza xwe dixebite.

XEBATÊN MAKEQANÛNÊ DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ

Villy Sovndal piştî hevdîtinê di malpera înternetê de diyar kir ku ew ji dil piştgiriyê didin dîaloga di navbera kurd û tirkan de dest pê kiriye û wiha got: “ Min geşedanên dawî bi elqeyeke mezin guhdarî kir. Hêviya me eve ku ev hevdîtin di çareseriya pirsgirêka kurde mayîn de be.

Her wiha ez hêvî dikim ku xebatên makeqanûnê ya ku 4 partiyên meclisê tevli dibin piştgiriyê bidin çareseriyê. Dewleta tirk di demên dawî de hin pêngavê bi cesaret avêt. Her wiha divê BDP jî tevli bibe.

Bê guman ev pêvajoyek hesase. Gelek pirsgirêk hene. Em wek Danîmarka piştigiriyê didin vê pêvajoyê. “

KIŞANAK DI CIVÎNA GEL DE AXIVÎ

Li aliyê din Kişanak duh êvarê saet di 18.00’an de di civîneke gel de axivî û bang li kurdan kirin ku bibin yek û çi dikeve ser milê wan bînin cih.

Kişanak îro jî bi Serokê Yekitiya Rojnamegerên Danîmarkayê Mogens Blicher Bjerregard re tê cem hev. Her wiha dê bi nûneriyên Partiya Demokrast a Sosyal re hevdîtin pêk bîne û tevli bernameyeke radyoyê jî bibe.