Serdanên ji bo gêrîla Kaya, Aydin û Şengîl didomin
Serdanên ji bo gêrîla Kaya, Aydin û Şengîl didomin
Serdanên ji bo gêrîla Kaya, Aydin û Şengîl didomin
Serdanên malên sersaxiyê yên ji bo gêrîlayên HPG'ê Guven Aydin (Serhat Qamişlo) li Pîyongê ya Mûşê û gêrîla Emrah Kaya (Kurtay Leşker) hatin kirin bi girseyî pêk hatin. Serdana mala sersaxiyê ya ji bo gêrîla Egîd Şengîl (Ehmed Cûdi) jî li gel mudaxaleya polîsan ji aliyê hezaran kesan ve pêk hatin.
Li Bajaroka Pîyongê ya Kopa Mûşê ji bo gêrîla Guven Aydin (Serhat Qamişlo) ku di 21'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê karwanê ku ji dehan maşîne pêk dihat hat ziyaretkirin. Welatiyên ku ji karwanê daketin ji ketina bajarokê heta mala sersaxiyê meşiyan û kon ziyaret kirin. Di serdanê de şaredarên herêmê yên BDP'yî û reveberên MEYA-DER jî amade bûn. Komê di meşê de bê navber sloganên "Bijî berxwadana Rojava", "PKK gele, gel li vire" û "Bijî Serok Apo" û " Şehîd namirin" qîr kirin. Koma ku gihişt konê sersaxiyê sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin.
SERDANA JI BO GÊRÎLA EMRAH KAYA JÎ BERDEWAM DIKE
Ji bo gêrîlayê HPG'ê Emrah Kaya (Kurtay Leşker) jî li taxa Gazi ya Colemêrgê hate vekirin jî bi girseyî hat ziyaretkirin. Di zayeretê de endam û rêveberên BDP'ê Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoğlu, gelek kesên din amade bûn. Di serdanê de bavê gêrîla Emrah Kaya Azîz Kaya diyar kir ku, rayedarên dewletê li Meletiyê li wan îşkence kir û wiha got: "Dema cenazeyên me dan me wekî mineta xwe bikin. Li meletiyê bi me îşkence kirin. Li ser israrê min çû li morgê nerî û me cenaze teşhîs kir û me cenazeyê kurê xwe wergirt. Dema me li Tetwanê bedena cenazeyê kurê xwe şuşt min dît ku şopa guleyan li ser bedena Kaya tune. Gelê Colemêrgê yê Qehreman tu carî li hemberî zilê serî danenîye.
LI GEL ÊRÎŞA POLÎSAN DÎSA BI HEZARAN KONÊ SERSAXIYÊ ZIYARET KIR
Di 7'e Çile de li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Gêrîlayê HPG'ê Egîd Şengîl (Ehmed Cûdî) jî di nava 14 hevalên xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Şengîl piştî duh çûn cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin li navçeya Silopiyê ji aliyê 10 hezaran kesan ve defin kirin. Îro bi hezaran kesên li hev kom bûn, xwestin bi meşê biçin mala sersaxiyê ya ji bo gêrîla Egîd Şengil vebûye ziyaret bikin. Girseya ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan ya bi ava şit û bombeyên gazê hat. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê kom bû û dest bi meşê kir rastî êrîşê hatin. Pişti polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girseyê kir, di navbera girseyê û polîsan de şer derket û her der bû qada şer. Ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê pêk anî, her der bû qada şer. Piştî mudaxaleya polisan dîsa bi hezaran kes li hev kom bûn û heta mala sersaxiyê meşiyan
Girseya ku di nav de Rêveberên BDP'ê yên Silopiyê Hevserokê BDP'a Şirnexê Baki Katar jî hebûn barîkata polîsan û bombeyên gazê dîsa meşiyan û bi girseyî çûn konê sersaxiyêziyaret kirin. Girseyê di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" qîr kirin. Girsê piştî konê sersaxiyê ziyaret kir ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
Pismamê gêrîla Şengîl Hidir Şengîl jî got bila serê gelê Kurd sax be û soz da şehîdan û got dê rêça wan bişopîne.