Serdana Şaredariya Sûrê ya li Fransayê didome

Serdana Şaredariya Sûrê ya li Fransayê didome

Di çarçoveya hevkariya çandî ya di navbera bajarê Thîonvîlle ya Fransayê û navçeya Surê ya Amedê de gelek bernameyên li ser ziman û pirzimaniyê didomin.

Heyeteke ku ji şaredariyên Norşîna Bedlîs û Sur a Amedê jî tevlî bûn, duh di çarçoveya mîhrîcana bi navê Sînor û Ziman a Thîonvîlle de, xebatên di bin bana Şaredariya Surê de hatinbûn meşandin hatin nasandin. Çdi çarçoveya mîhrîcanê de nîşandan afîmê ‘ Pêşeroj dê dirêj bajo’ hate nîşandan. Bi tevlibûna şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, li ser mijarên wek pirsgirêka kurd, kuştinên kiryr nediyar, wenda û kêmarên Amedê nîqaş pêk hat.

Roja yekşemê di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de destpêkê hîndekarê zanîngeha Roune, zimanzan Salîk Akin, cigirê şaredarê Surê Mehmet Alî Altinkaynak civînek bi ser navê ‘Di salên dawî de pêşveçûna zimanê kurdû û şardariyên pir zimanî’ hat lidarxistin. Salîh Akin li ser dîroka kurd axaftinek kir û pêşveçûna zimanê kurdî vegot.

Akin balkişand ser sextên li ser zimanên kurdî û got vekirina TRT 6’ê jî şikandineke tabuyeke bi salane. Akin wiha got: “Divê der barê kurdî de xebat bê zêdekirin û perwerde bê dayîn. Ger wisa nebe Kurd jî û gelek zimanên din jî dê tune bibin.”

ŞAREDARIYA PIRZIMANÎ ELEQEYEK MEZIN DÎT

Cigirê şaredarê Surê Memet Alî Altinkaynak jî li ser xebatên ziman yên ku şaredarî dimeşîne sekinî û got: “Şaredariya pirzimanî, hilberîna xebata anket ali navçeya Surê hatiye kirinê ye. Me jib o ku gelê me bi zimanê xwe xizmetê bibîne û hev û din baştir fêm bike ev kir jyanê. Ev bo me hincetek têr û tije ye.”

Altinkaynak got ji bo pêşî li asîmîleyê bigirin, giraniyê didin perwerdeya ziman û got: “Divê çarçoveyê de xebatên me yên kovar, çîrok û pirtûkên kurdî bo vê ne. Ji bo me ne tenê kurdî, ermenî, suryanî û erebî jî gelek girîng e.”

Atlinkaynak xebatên xwe yên nasandina broşur, pirtûk û rehberên turîzmê jî da nasîn û wiha pê de çû: “Ji ber xebata pirzimaniyê şaredarê me û endamên şaredariya me rastî pêkûtiyan hatin. “

Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de fîlmê derhêner Ozcan Alper yê bi navê ‘Pêşeroj dê dirêj bajo’ ku mijara wê kuştinên kiryar nediyare hat nîşandan. 150 kesî fîlm temaşe kir.

Piştre şaredar Abdullah Demîrbaş pirsên temaşevanan bersivand.

Demîrbaş diyar kir ku nîşandane fîlmekî wisa a li Fransayê gelek girînge. Demîrbaş diyar kir ku fîlmê ‘pêşeroj dê dirêj bajo’ jib o şerê 30 salî yê Kurdistanê baştir bê fêmkirin gelek girînge, lê ne mumkune ku hemû kuştinên kiryar nediyar, komkujiyên li ser kurdan, ermeniyan û gelên din hemû bên gotin.

JI BO PÊŞEROJEK BAŞ DEMEK DIRÊJ DIVÊ

Sefîrê berê yê Fransayê 3u jeograf Mîchel Foucher diyar kir ku ev fîlm di gelek mijaran de wan agadar dike û got: “ Xwendekar hê jî li dibistanan dibêjin ‘ez tirk im, rast im’. Sedema van hemûyan eve ku modeleya netew-dewletê ye. li welatekî wekê Tirkiyeyê amadekirina pêşerojeke baş gelek demê digire.