Serdana goristan û malbatên girtiyan kirin

Di roja ewilî ya Cejna Remezanê de li gelek bajaran serdana goristanan û malbatên girtiyan hate kirin.

SERDANÊN GORISTANAN

Bi boneya Cejna Remezanê li gelek bajara gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne û malbatên girtiyan hatin ziyaretkirin.

STENBOL

Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûn ên li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya stenbolê hatin ziyaretkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, rêveberên navçeyan û gelek kes tevlî bûn.  

Ziyaretvan li Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) kom bûn û weqf ji saetên zû yên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseyê ji ewil cejna hev pîroz kir û piştre ber bi Goristana Gaziyê ve meş li dar xist. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” kete goristanê. Li ser goristanê ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî dua hatin kirin.

Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan li ser gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn axivî û wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Tehemûla kêlên şehîdên me jî nakin ku li Lice û Pirsûsê kêlên wan texrîb kirin. Ji ber ku ji wan kêlan jî ditirsin.”  

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî wiha got: “Em rêhevalên xwe yên ji bo azadiya gelan ketine rê, dayikên laçikspî yên daxwaza aştiyê dikin û rêhevalên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin silav dikin. Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan. Ji bilî têkoşîna hevpar, tu rêyên me nînin.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser goran.

COLEMÊRG

Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê, hevşaredarên bajar û gelek partiyî bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana Goristana Serê Solan a li Taxa Tekserê û li ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dua xwendin.

Li Geverê jî goristanên li Bajergeh û Taxa Ormanê hatin ziyaretkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê û hevşaredarên navçeyê piştî ziyareta goristanan, cejan welatiyan pîroz kirin.  

EDENE

Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana malbatên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin.

Di serdanê de ji xizmên girtiyan Siyasî Arslan got ku keça wê Fatma Arslan di girtîgehê de ye û niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyê dike. Arslan, di serî de Abdullah Ocalan, cejn li hemû girtiyên siyasî û gelan pîroz kir û xwest cejn bibe wesîleya rakirina tecrîdê û aştiyê.

MÊRSÎN

Rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (ÇUTUAY-DER) jî bi boneya cejnê çûn serdana malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûn û malbatên girtiyan. Di serdanan de cejna malbatan hat pîrozkirin.