‘Ser reş’ bûn ji bo kontrola polîsan bes e!

Li Elmanya Munsterê dadgehê gilihê koçberekî ku tenê ji bo ku ‘ser reş’ bû hate kontrol kirin û miemeleya gumanbaran pê hate kirin, red kir û polîs mafdar kir.

Dadgeha rêveberiya bilind a Munsterê ku serlêdana koçberekî, ku li Bochumê li gara trenê ji xwe ber hatibû rawestdan û ser wî hatibû sehkirin  nerîbû, mohra xwe li ser biryareke bi nîqaş danî. Polîsan, tenê ji ber rengê koçber bi rengê, ‘’dibe ku tu diz, firoşkarê tiryakê bî yan jî Îslamîst bî’ bi helwestên nîjatperest tevgeriyan.

Lê dadgeha Munsterê ku piştî bûyera ku 2013’an hatî jiyîn û li gilhê koçber nerî, pişta polîs girt ku gotibû, ‘’ji ber ser reşiya te û rengê te me tu rawestandî’’. Bi biryarê, ku duh hate ragihandin, dadgehê got tenê ‘ser reşbûn’ ji bo polîsan dikare bibe hincet ku kontrolê bikin.’’

DESTÛRA ‘DIKARÎ NÎJATPERESTIYÊ BIKÎ’

Dadgehê di biryara xwe de got beşek ji koçberan li welêt bi qeçaxî dijîn an jî bê destûr hatine welêt, ji ber vê jî polîs bêyî ku hincetek hebe dikare nasnameya biyaniyan kontrol bike. Lê biryara dadgehê bi rengê ‘dikarî nîjatperestiyê bikî’ hate şîrovekirin.

Muxalefetê û demokratên soyal ku hevkarê hikûmeta Merkel in, xwestin ku dawî li nêzîkatiyên nîjatperest were. Bi taybetî van demên dawîn polîsên Elman bi rengekî nîjaperest nêzî koçberên Efrîkî dibin û ev jî mijara rexneyê ye.

Misteşarê Wezareta Dadê yê SPD’yî Chrîstîane Wîrtz got, ‘’Tenê reng û gumanbarbûn divê nebe sedem ku polîs bikaribin wan kontrol bikin. Li wir teqez divê rewşeke gumanê hebe.’’

SIYASETMEDAR: POLÎS DIVÊ QEDEXEYÊ RAKIN

Wekîlê bi eslê xwe koçber ê SPD’ê Kramba Dîaby jî got polîs li gorî yasayan tevdigerin, ji bo ku ev dîsa dubare nebe divê yasaya polîsan biguhere. Dîaby got ji bo ku pêşî li cihêkariyê were girtin divê kontrola polîsan bi temamî were rawestandin. Wekîlê Partiya  Keskan Îrene Mîhalîc got, ‘’Divê pêşî lê were girtin ku polîs tenê ji bo rengê ten kontrole bikin.’’

Wezareta Navxwe ku hedefa sûcdariyê ye got polîs di kontrola nasnameeyê de nîjatperestiyê nake. Misteşarê wezaretê yê CSU’yê Stephan Mayer ji Bîldê re axivî û got, ‘’Sûcdarkiya ku polîs tenê Efrîkiyan kontrol dike kelevajî ye. Polîs bi rengekî profesyoel li gorî rewşa tê de kontrole dike.’’