Şêniyên Koçgirî dengê 'NA' zêde dikin

Hevserokê Navenda Çanda Koçgirî li Ewropayê Siyabent Şahîn bang li dengdêrên li Ewropayê yên heta niha dengê xwe nedane kir, ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.

Hevserok Siyabent Şahîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, çûyîna ser sindoqan û dayina dengê NA tê wateya xwedîderketina li vîna, nêrîn û têkoşîna xwe ya demokrasiyê. Şahîn got, "Sîstem dîn û har bûye. Hikumetek heye ku hewl dide mirovên weke xwe nafikire tine bike. Pêşî li azadiya mirovan tê girtin. Ev rewş beriya niha jî bi serê mirovên li vê erdnîgariyê hatibû. Mînak, li herêma Koçgiriyê, di navbera salên 1919-21'ê de qonaxa derbasbûna ji Osmanî ber bi Komarê ve jiyan. Wê demê, herêma Koçgirî bi xwînê hate tepisandin. Xwestin bêmirov bihêlin. Ji wê rojê heta îro çi guherî? Gelo heman tişt nayê kirin? Vaye Sûr, Cizîr, Şirnex li pêş çavan e. Hewl tê dayîn, temamiya Kurdan; çi Elewî, çi Misilman û Êzidî bên tinekirin. Wê demê divê mirov bi xurtî pêşî li vê bigirin."

TINEBÛN QEDER NÎNE

Şahîn diyar kir, divê dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, ku hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne ti carî neyê jibîrkirin û got, "Zext û gefa tinebûnê, qeder nîne. Pêwîste li Ewropayê û Tirkiyeyê em biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. Ev referandûm dikare bibe destpêka demokratîkbûna sîstemê. Pêwîste em bi nirxên Kurdistanî biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Em vê yekê ji gelê xwe hêvî dikin."

DIBE KU CAREKE DIN ŞENSEKÎ ME YÊ HILBIJARTINÊ NEMÎNE

Endamê Desteya Rêveberiya Navenda Çanda Koçgirî li Ewropayê Şevket Dogan jî destnîşan kir, mirovên heta niha dengê xwe nedane divê heta 9'ê Nîsanê biçin ser sindoqan. Dogan xwest, hemû sazî, kesayet û rêxistinên li Ewropayê derfetên xwe seferber bikin û got, "Demokrasî tê kuştin. Eger em îro mafê xwe yê hilbijartinê bi kar nînin, dibe ku em careke din nikaribin bi kar bînin. Dibe ku em nikaribin careke din hilbijêrin. Demeke kurt ma. Em bang li gelê xwe dikin, ku biçin ser sindoqan û eniya dengê 'NA' xurt bike."

Dogan anî ziman, ew zanin hemû şêniyên Koçgirî yên li Ewropayê li dora dengê 'NA' bûne yek û xwest, qîma xwe bi vê nînin, her kes malbat û xizmên xwe yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo dengdanê teşwîq bike.