Sendîkayên Îngîlîz ji bo Ocalan seferber bûn

Yek ji sendîkaya herî girîng ya Keyîtiya Yekbûyî ÛSDAW biryar da ku tevlî kampanyaya azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.

ÛSDAW  a ku ji sala 1940’an û vir ve çalak e, cara pêşîn e ku wê tevlî hevgirtineke navneteweyî dibe.

Biryara kampanyaya azadiya Ocalan di lijneya rêveber a sendîkayê de hate stendin. Nêzî 430 hezar endamên sendîkayê hene.

Sendîkayê daxuyanî da û got ku, “Em ji bo çaresiyeke aştiyane û demokratîk a Tirkiye û herêmê piştgiriya kampanyaya azadiya ji bo rêzdar Abdullah Ocalan dikin. Daxwaza Ocalan a darizandina bi edalet û mafê îtîraza cezayê girtîgehê hate redkirin. Divê zext û binpêkirinên li ser gelê Kurd, bi awayekî lezgîn li ser wê were sekinandin. Ji bo ku li herêmê aştî pêk were, divê rêzdar Ocalan serbest were berdan û ji ber piştgiriya vê kampanyayê em serbilind in.”

Di nav pêşengên kampanyaya ‘Freedom Ocalan’ a ku li Îngîltereyê ji bo azadiya Ocalan tê kirin, Sendîkaya Karê Giştî jî heye ya ku sêyemîn sendîkaya mezin a li wê derê ye. Nêzî 630 hezar endamên wê sendîkayê hene.

Di heman demê de sendîkaya bi navê TSSA a ku 20 hezar endamên wê hene, ew jî di kampanyayê de cih digire. Ev sendîka di warê sektora raguhestinê de gelekî birêxistinkirî ye.

Di Sibata borî de sendîkaya madenê ya Brîtanyayê ya bi navê Dûrham Mîners Assocîatîonê jî diyar kiribû ku ew ê tevlî Kampanyaya Azadiya Ocalan bibin. Serokê Giştî yê sendîkayê Joe Wînkworth û Sekreterê Giştî Alan Cûmmîngs diyar kiribûn ku festîvala Dûrham Mîners Gala ya ku 134 sal in bênavber didome, ew ê îsal diyarî azadiya Ocalan were kirin.

Di meha Sibatê de şîrketa hiqûqê jî diyar kiribû ku ew beşdarî Kampanyaya ji bo Ocalan bûne. Thompsons Solîcîtors a ku 750 parêzer anîne ba hev di nav têkoşîna sendîkayan de yek ji saziya girîng e.