Sendîkaya Rojnamevanên Elman şîrketa Eutelsatê şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Elman (DJU) şîrketa Fransayê Eutelsat şermezar kir, ku li ser daxwaza RTUK'ê weşanên Med Nûçe û Newroz TV sekinand.

DJU destek da Med Nûçe û Newroz TV û ragihand, sekinandina weşanên televîzyonên Kurd li ser daxwaza hikûmeta Tirk ji aliyê şîrketa Eutelsatê ve, ne ya qebûlkirinê ye.

Midûra Giştî ya DJU Cornelîa Hass li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk li derveyî sînorên xwe jî dixwaze çapemeniyê li Ewropayê bêdeng bike. Hass da xuyakirin, ku astengkirina azadiya çapemeniyê li Ewropayê, ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir, Eutelsatê bi rengekî eşkere destek daye rejîmeke zordar.

Hass anî ziman, ew destekê didin daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) a li ser dewamkirina weşanên Med Nûçe û Newroz TV û got, "Divê Eutelsat derhal destûrê bide ku her du qenalên televîzyonê ji nû ve dest bi weşanê bikin."

Hass ragihand, ku weke Sendîkaya Rojnamevanên Elman ew rewşa girtina 20 qenalên televîzyonê li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û got, "Desteserkirina studyoyên qenalên televîzyonê yên li Tirkiyeyê hatin girtin, fikarên me zêde kirine."

22 hezar rojnamevan endamê Sendîkaya Rojnamevanen Elman (DJU) ne û ev sendîka yek ji rêxistinên sereke yên rojnamevanên li Elmanyayê ye.