Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamûyê (KESK), Yekîtiya Odeyan a Mihendis û Mîmaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li dijî dagirkirina şaredariyan, hewldana guherandinê ya yasayên baro û odeyan daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de ya bi ser nava, ''Em ê xwe hînî nehiqiqûiyê nekin'', hate gotin, ''Di rewşeke wiha de ku ji ber pandemiya global a domdar beşekî berfireh ê civakê ketiye derdê aborî û arîşeyên civakî, bi gavên derî demokrasiyê û hiqûqê, bi projeyên li ser talana ekolojiyê û sirûştê, yên li ser rantê ku ti girîngiyê nadin hewcehiyên civakî, welate me ber bi qiraxa hendefan ve tê ajotin.''
'GIHAYE ASTA KU MIROV PÊ SERNIZMÎ BIBE'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
''Ji peywirê standina şaredarên li ser kar û li şûna wan danîne qeyûman, bi binavkirina dewleta paralel bidawîkirina kampanyayên piştevaniyê yên ku şaredariyan dane destpêkriin, bi destwerdana li yasayên sazî û dezgehên pişeyî yên destûrî, bêkêrkirina wan, ji wekîltiyê xistina mirovên ku bi dengê gel ji bo parlamentoyê hatine hilbijartin û girtina wan û herî dawî girtina nûçegihanên muxalîf ji bo demokrasiya welatê me gihaye asteke ku mirov bê sernizmî bibe.''
'MAFÊ HILBIJARTIN Û HILBIJÊRBÛNÊ TINE TÊ HESIBANDIN'
Saziyan gotin, ''Em li dijî van hemû hewldanan in ku hişmendiya serweriya gel ji holê radike, heqê hilbijartin û hilbijêrbûnê tine dihesibîne, azadiya çapemeniyê binpê dike.''