Senar Abî yê girtî: Her kes tevlî stran û qêrîna me bibin!

Senar Abî yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye bi rêya nameyekê banga tevlîbûnê li her kesê kir ku tevlî stran û qêrîna wan bibin.

Greva birçîbûnê ya bi pêşnegtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan destpê kir,  1’ê Adarê li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê 7 hezar girtiyan jî dengê xwe li dengê Guvenê zêde kir.

Yek ji girtiyê bi navê Senar Abî yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ji 1’ê Adarê ve di girevê de ye bi rêya nameyekê banga xurtkirina çalakiyê dan.

Nameya Saner Abî wiha ye:

“Jiyana şaş rast nayê jiyîn!

Ev peyv çiqas baş li rojên em têde ne tê. Bi rastî dilnizmiyeke Adorno ye. Adorno di derbarê qirqirîna Cihûyan de wiha gotibû: “Êdî wateya civaknasî, zanistî, rewşenbîrî û entellektûeliyê nemaye, ji ber ku herkes ketiye nava bêdengiyê, dibin şirîkê qirqirin û jiyana şaş."

Belê şaş e jiyan, hûn nikarin vê mirovahiyê bixapînin, bi sedsalan gelek kesan  li dijî van şaşitiyan têkoşîn meşand.

Yên hatine perçîqandin her dem ketine nava lêgerîna rastiyê. Ma naveroka Heqîqetê bi xwe jî ne rastî bû? Ma, neynîka rastiyê jî " delalî " nebû ?

Îro li şûna delaliyan gemarî tên bijartin. Gemarî, xerabî wekî jiyanek bingehin tê pêşwazîkirin. Em gemariyê nas nakin, em ji wê têgehê dûr in.

Qey, pêkhatina gerdûnê û avabûna jiyanê ne bi delaliyan bû?

Ma armanca bingeha felsefeya Zerdûşt ne xweşkirina jiyanê bû? Sokrates jiyana xwe fedayî rastî û delaliyê nekir? Ma herdem ne li ser rêya heqîqet û rastiyê meşiya?

Ma her dem dîrok ne ji aliyê kesên baş û bedew ve dihat nivîsandin? Erê îro "delalê" hemû delalî diyarî mirovahiyê kirin, di tecrîdê de ye. Hûn nikarin delaliya jiyanê biçirmisînin û qirêj bikin. Em li hemberî van êrişan li pişt dîwarên betonî, qîrîna 'bedewiyan' bilid dikin.

Ma jina Kurd ev qîrîna herî bêdew nekir stran û neqîriya?

Ev meşa îro Leyla bi bawerî dimeşe, meşa ji bo heqîqet û bedewiyan e û ber bi destaneke hemdemî ve ye.

Ji her devera cîhanê gelek kesan deng da vê qêrînê, hin kes jî bi stranên xwe tevlî wê govenda delal bûn.

Bilbil, ji bo ku çêwiyên wî nebin xulam, hêlîna xwe di nava qefesê de çênake.  

Ji bo ku rêwiyên heqîqetê bikin kole, zindan ava kirin, lê Mazlûman, Kemalan, Sakîneyan, Zulkufan, Aytenan û Zehrayan vala derxistin û ev berxwedana wan bi tipên zêrin di rûpelên  dîrokê de hatiye nivîsandin.

Aniha jî em şopdarên wan in,  em lê dixebitin ku hêvî û başiyan diyarî mirovahiyê bikin.

Ev meş bi biharê re xweşik dibe û dibe tiştek din. Di 1'ê adarê de ez jî tevlî vê meşa bedew bûm.

Ji ber ku ez dereng tevlî vê meşa xweşik bûm, ez ji gelan, ji zarokan û ji hemû dayikan lêborîna xwe dixwazim.

Laşê min û ruhê min bi qasî çûkekî ber bi azadiyê ve difire sivik û azad e.

Wekî kesekî, ji wê erdnigariya dergûşa mirovahiyê, ez ê heta dawiyê vê stranê biqîrim.

Ji ber ku, ez, di hêstirên dayikan de hevî, di kenê zarokan de evîn, di berxwedana Zanayê me de azadiyê dibînim.

Em bawerî bi rastbûn û delalbûna jiiyanê tînin.

Ez bang li her kesî dikim ku tevlî vê stran û qêrîna me bibin.

Senar Abî

25-03-2019

Girtîgeha bi  Ewlehiya Bilind a Wanê

 Odeya 46'an “