Semînera Navenda Olof Palme: Li Tirkiyê pergala otorîter heye

Li Stockholmê li Navenda Olof Palme semînerek hate kirin û hate goitn li Tirkiyê maf û azadî nemane, Tirkiye ketiye serdema herî tarî.

Li paytexta Swêdê Stockholmê semînerek bi navê, ''Gef, riskî û hêvî, li Tirkiyê ji bo parêzvanên mafê mirovan rewş'' hate kirin.

Li semînerê ya li Navenda Olof Palme ya Navnetewî Dîrektora Rêxistina Efûyê ya Tirkiyê ya berê Idîl Eser û Midûrê Lêkolînên Tirkiyê ya Zanîngeha Stockholmê Paul T. Lewîn axivîn.

LEWÎN: BI QEDÎNA PÊVAJOYA ÇERESERIYÊ RE MAF Û AZADÎ JÎ QEDIYAN

Lewîn bal kişande ser çalakiyên Gezî yên Stenbolê yên sala 2013'an û li hemû Tirkiyê berbelav bûnû got, Erdogan hewl daye ku van çalakiyan krîmînalîze bike.

Lewîn her wiha got piştî ku pêvajoya di navbeyna PKK'ê û dewleta Tirk de ji hêla dewleta Tirk ve hatiye qedandin, piştî darbeyê êrîşeke giran li ser mafên demokratîk û azadiyan çêbûye.

Lewîn her wiha got Tirkiye bi lez û bez bi ser pergaleke otorîter ve qulibiye ku ji hêla yek kesî ve tê rêvebirin û domand, ''Medyaya Tirk bi kontrola Erdogan û hikûmetê ye. Pirniya çapmenî û saziyên medyayê yên muxalîf hatin qedexekirin. Bi sed hezaran mirov ji kar hatin avêtin. Bi deh hezaran mirov  avêtin girtîgehan.''

Lewîn bal kişande ser zexta li ser akademîsyen û xwendekarên zanîngehê û got, ''Rewş pir kambax e. Ênk u behsa Kurdistanê û qirkirinê dikin, têne darizandin û ceza li wan tê birîn.''

ESER: TIRKIYE SERDEMA XWE YA TARÎ DIJÎ

Dîrektora berê ya Rêxistina  Efûyê ya Navnetewî ya Tirkiyê Idîl Eser jî got Tirkiye serdema xwe ya herî tarî dijî, li ser muxalîf û parêzvanên mafê mirovan zexteke giran heye û protestoyeke biçûk jî hewl tê dayin ku bi tundiyê were çewisandin.

Eser got Erdogan hemû hêz kiriye bin kontrola xwe û got, ''Parêzvanên mafê mirovan û muxalîf nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Medyaya azad hate tinekirin. Tenê çen rojnameyên bi tîrajen kêm û hin malperên nûçeyan mane.''

Eser her wiha diyar kir li girtîgehan zext li ser girtiyan heye, têne tecrîdkirin û got, ''Pergala li girtîgehên Tirkiyê ji bo qerdiyanan jî pir kambax e. Li her deverên girtîgehê kamera hene û tim girtî têne kontrolkirin.''