Sektora fînansê sozên xwe yên li ser enerjiya kesk pêk nînin

Li gorî saziya civakî ya sivîl ÎnflûenceMap ku navenda wê li Brîtanya Mezin e, di têkoşîna dijî germahiya global de tenê beşeke biçûk a saziyên fînansî yên navneteweyî sozên xwe bi cih tînin.

Li gorî lêkolînê, saziyên fînansî ji bo piştgiriya pêşvebirina aboriyê ya xwe dispêre enerjiya 'kesk' û 'domdarî' sozên di çarçoveya Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî dane, bi têrkerî bi cih nînin. Di lêkolînê de hate ragihandin ku tenê 5 ji sedî yê saziyên fînansê yên mezin di vê mijarê de li gorî sozên xwe tevdigerin, piraniya wan hîn jî projeyên enerjiya fosîlê fînanse dikin. Li gorî ÎnflûenceMapê, guhertina li ser fînansekirina enerjiya kes a ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye qebûlkirin, bi rengekî eşkere tê binpêkirin.

TENÊ ÇEND JI WAN SOZÊN DANE BI CIH TÎNIN

Li gorî daneyên ÎnflûenceMap, saziyên mîna BlackRock, BNY Mellon, Invesco û UBS Asset Management bicihanîna pîvanên cûreyê fînansmana domdarî ku bandora germahiya global kêm dike, bi rengekî eşkere asteng dikin.

Di lêkolînê de 63 komên fînansê yên navneteweyî hatin lêkolîn û hate ragihandin ku saziyên fînansê BNP Paribas an jî BPCE, her wiha şîrketa sîgortayê Avîva çend ji mînakên kêmdîtî ne ku di vê mijarê de hewl didin.

hate ragihandin ku piraniya saziyên din ên fînansê yên mezin ji bo kêmkirina germahiya global soz dane, lê belê bi cih nînin û li gorî sererastkirinên Yekîtiya Ewropayê tevnagerin.