Sekreterê NY: Pêwiste îdiaya çekên kîmyawî zû were lêkolînkirin
Sekreterê NY: Pêwiste îdiaya çekên kîmyawî zû were lêkolînkirin
Sekreterê NY: Pêwiste îdiaya çekên kîmyawî zû were lêkolînkirin
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yêkbûyî (NY) Ban Ki-Moon diyar kir ku êrişa ku duh li herêma Rojava ya Sûriyeyê ku dibe bi çekên kîmyawî hatibe pêkanîn pêwiste zû were lêkolînkirin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku koma pisporê çekên kîmyewî ya NY’yê ji bo biçe cihê êriş lê pêk hatiye , pêwiste destur were dayîn. Ki-moon li gel vê jî ji rejîma Esad xwest ku bi xwe jî bûyerê lêkolîn bikin.
Gelek welatên Rojava ku di nava wan de Fransa û Îngiltere jî heyî îro li hemberî bi karanîna çekên Kîmyawî ne razîbûnekî navnetewî nişan dan û bangawazî hate kirin ku ji bo heyeta NY’ê ya li Sûryeyê ji bo lêkolînê biçine cihê bûyerê pêwiste destur were dayîn.
Duh Konseya Parastinê ya NY’ê li ser pêşniyara ku di der barê li Sûriyeyê lêkolîn bête kirin ne gihiştibûne biryarekî hevbeş. Li hemberî biryarê Rûsya û Çînê nerazîbû nîşan dabû.
Tê îdiakirin ku di bombebarana rejîma Beşar El Esed a li ser herêma Guta girêdayî Şamê de gazên bi jehrê hatine bikaranîn, muxalefetên ku piştgiriya Rojava jî digirin li gorî Rêveberiya Komîteya xwecih di êrişê de 1700 kes hatine kûştin.
Sûryeyê ev îdia red dikir û îdia kirin ku rewşekî ew neçarbin çekên kîmyawî bi karbînin tûneye.