Seîdê Nûrsî li Rûsyayê hate qedexekirin

Seîdê Nûrsî li Rûsyayê hate qedexekirin

Li Rûsyayê Dadgeha Kaliningradê bi biryarekê 16 pirtûkên Seîdê Nûrsî bi hinceta “tundraw” qedexe kir.

Li gorî nûçeya ajansa RIA Novosti, pirtûk a 14 Rîsale –î Nûr ya Seîdê Nûrsî, piştî lêkolînên psîkolojîk û rêzimanî yên tiba edlî, bi hinceta “Nefreta olî teşwîq dike û ziyanê dide azadiya olî ya kesên ku ne ji ola Îslamê ne” qedexe kir.

Ajansa Rus, ragihand ku ev pirtûk di mala kesek li Kaliningradê dijiya û alîgirê rêxistineke radîkal a Îslamiye de hatine desteserkirin.

Dadgeha Kaliningradê biryar da ku bersuc li esasê biryara qedexekirina “Rêxistina Nûrcû” ya ku sala 2008 ji aliyê Dadgeha Bilind a Rûs ve hatibû dayin, ji sucê “endamê rêxistineke n e qanûnî”  darizîne. Bi vî awayî pirtûkên Nûrsî li sersanserê Rûsyayê hatin qedexekirin.