Şehîdên meha Gulanê li Gavle hatin bîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê destpê kir.
Piştî ku nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li ser şehîdan hat xwendin, malbatên şehîdan mafê axaftinê girtin û axivîn.
Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana xwişk û birayên şehîd Cazya, Lavîn û Şervan Batte hat nîşandan.
Piştî nîşandan fîlm, Zînê û Ertîş Batte bîranînên xwe parve kirin.
Beşdarên merasîmê dûre mafê axaftinê girtin û li ser girîngiya şehîdan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd axivîn.