Şehîdên meha Gulanê li Adigeyê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn, bi civînekê şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.

Kurdistaniyên li Komara Serbixwe ya Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn, bi wesîleya salvegera şehadeta Hakî Karer civînek lidar xistin û hemû şoreşgerên di nava meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn li civînê axivî û got, "Meha gelê Kurd herî zêde pê serbilind û bi rûmet e, meha Gulanê ye. Erka me hemûyan e ku em xwedî li têkoşîn û bîranînên pîroz ên şehîdên xwe derkevin."

Pişştî axaftina Huseyîn, beşdarên civînê mafê axaftinê wergirtin û komkujiyên ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin şermezar kirin.

...