BI DÎMEN

Şehîdên Helebê li Bonnê hatin bîranîn

Welat Efrîn (Mesût Reşît) û neh hevalên wî yên li Helebê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Bonnê hatin bîranîn.

Bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Rojîn li merasîmê axivî û got, "Ciwanên me ji bo azadiyê şehîd dikevin. Armanca wan azadiya Kurd û Kurdistanê ye Divê em jî gelekî bixebitin."

Li ser navê malbata Welat Efrîn (Mesût Reşît) Azad Çawiş axivî û banga mezinkirina berxwedanê kir. Azad Çawiş bibîr xist ku Welat Efrîn berê ji aliyê rejîma Baas ve hat girtin, 3 salan li zîndanê îşkenceya giran lê hat kirin û got, "Welat çawa ji zîndanê derket, yekser cihê xwe di nava refên YPG'ê de girt û tevlî berxwedanê bû. Ev berxwedan wê ji sedî sed bi ser keve."

Ji malbatên şehîdan Mele Abdullah jî bal kişand ser berdêlên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de tên dayîn. Mele Abdullah her wiha şişaret bi dijminatiya Erdogan a li Kurdan dike kir û xwest, li dijî vê dijminatiyê di asteke bilind de kar bê meşandin.

Şervanê YPG'ê Welat Efrîn û 9 hevalên wî, di 30'ê Nîsana 2016'an de li taxa Eşrefiye ya Helebê, li hemberî êrîşa çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan.

...