Şehîdên Gulanê li Zoravayê hatin bibîranîn

Şehîdên Gulanê li Zoravayê hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Şehîdan a taxê Zorava ya bajarê Şamê bi beşdariya sedan ji welatiyên bajarê Şamê û nûnerên gelek partiyan ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê civînek lidar xist.

Li taxa Zorava ya paytextê Sûriye Şamê Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariyan welatiyên taxê û bajêr û nûnerên gelek partiyan civînek ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê lidar xist. Civîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Merdem li ser rola şehîdan di jiyana gelan de axivî.

Dr. Merdem di axaftina xwe de wiha got: “Şehîd jiyanin û li jiyana herdemî degerin û weteyeke nû didin jiyanê dema ku jiyan ji wateya xwe dikeve. Şehîdên me dîroka me bi xwîna xwe nivîsandine, di tevgera azadiya gelê Kurd de rola şehîdan sereke bû. Gotina Rêber APO, PKK’ê partiyê şehîdan e diyar dibe ku şehîd di avakirin û pêşxistina tevgerê de di hemû qadan de pêşeng bû. Tevgera me bi her şehîdekî rûpelekî nû di xebat, berxwedan û dîrokê de vedikir.”

Bi navê Meclîsa Rojavayê Kurdistanê Parêzer Hesen Abdulah li ser rola şehîdan axivî û ji şehîdê navnetewî Heqî Karer ve destpê kir heta şehîdên Rojava yên Serêkaniyê, Eşrefiyê û Til Temirê ku xwîna xwe ji bo azadiya gelê Kurd rezan dane. Abdulah şehîdên Hewlêrê bi bîr anîn û got: “Li dijî kînên li ser yekbûna Kurdan Ew bûn qurbanî.” Her wiha li ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirin axivî û rola pêvajoyê di azadiya gelê Kurd û jiyana aştiyane li Rojhilata Navîn dest nîşan kir.

Her wiha axaftinên Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê (PÇKS), Partiya Demokratiya Kurd li Sûriyeyê (PDKS), hatin gotin û xwestin ku doza şehîdan neyê berdan û neyên ji bîr kirin û bi giştî li ser rola şehîdan di jiyana mirovan de di tevahî cîhanê de hate dest nîşankirin.

Di dawiya civînê de gelek axaftinên beşdaran hatin gotin û bi siloganên li ser şehîdan civîn bi dawî bû.