Seferberiya Rojava didome

Seferberiya Rojava didome

Li ser banga seferberiyê ya li Rojavaya Kurdistan endamên Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) li bajarê Dirbêsiyê li ser bendên Kontrolê nobetê digirin, li Kobanê jî endamên saziyên civakî tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn.

Piştî banga seferberiyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra, gelek rêxistin û saziyên civaka sivîl ketin nava liv û tevgerê. Li bajarê Dirbêsiyê endamên KXKW’ê li ser bendên Kontrolê nobetê digirin, li Kobanê jî endamên saziyên civakî tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn.

Li bajarê Dirbêsiyê endamên KXKW'ê bi armanca ku piştgiriya hêzên asayîşê bikin li bendên kontrolê yên li bajêr nobeta parastinê digirin. Endamên KXKW'ê her roj ji saet 7'ê êvarê ta 1'ê sibê li bendên kontrolê nobetê digirin. Endamên Konfederasyonê Aras Hesen û Eymen Brahîm bang li hemû ciwan û xwendekaran kirin ku, tevlî nava xebatên parastina gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bibin.

Li gundê Girde yê başûrê bajarê Kobanê jin, mêr û ciwanên gund bi armanca ku karibin gundên xwe biparêzin tevlî nava perwerdeya bikaranîna çekan bûn. Jina 45 salî a bi navê Fatma Îsa perwerdeya çekan dît, diyar kir ku ew ji bo parastina mal û zarokên xwe tevlî nava perwerdeyê bûye.

Jina ciwan a bi navê Emîka Mihemed jî diyar kir ku pêwîst e hemû jinên ciwan fêrî bikaranîna çekan bibin û herêmên xwe ji êrîşên komên çete biparêzin