Sedema mirina Alî Îsmaîl zelal bû
Sedema mirina Alî Îsmaîl zelal bû
Sedema mirina Alî Îsmaîl zelal bû
Li Eskîşehîrê, zelal bû ku Alî Îsmaîl Korkmaz ê ji polîsên dest li protestoya Geziyê werdan direviya, ji ber lêdana komeke polîsan darbeyên giran li serê wî ketine û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî rapora otopsiyê ya gihaşt ber destê rojnameya Radîkalê, nexweşiya dil a Alî Îsmaîl hebû, lê eger ewçend darbe ji serê xwe nexwaribûya, wê jiyana xwe ji dest nedabûya.
Di rapora tipa Edlî ya ji aliyê Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Osman Gazî ve hat amadekirin, sedema mirina Korkmaz weke "kompliksyonên ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî" eşkere kir.