Sedat Zimba yê HDP’yî hate veşartin
Namzetê parlemeterê Romen û reveberê HDP’ê yê Edirneyê Sedat Zimba yê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, îro bi merasîmekê hate veşartin.
Namzetê parlemeterê Romen û reveberê HDP’ê yê Edirneyê Sedat Zimba yê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, îro bi merasîmekê hate veşartin.
Sedat Zimba yê Romen ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku namzetê parlemeteriyê hate veşartin. Cenazeyê Zimba ji aliyê girseyeke qelebalix ve ji Morga Fakulteya Tibê ya Trakyayê hate girtin, anîn Mizgefta Mûradiye ya Edirneyê. Di merasîma cenaze de rêveberên HDP’ê yên Edirne, Tirakya û Stenbolê, Partiya Şoreşger, Tevgera Hezîranê, Endamên Mala Gel û gelek kes amadebûn. Piştî merasîmê ji bo definkirinê cenazeyê Zimba şadin Goristan Aci Çeşmeyê.
Di merasîmê de kurê Zimba Devrîm Zimba axivî û got: “Bavê min tenê mîrasek ji min re hêlaye. Ji derveyî vê ez tiştekî din naxwazim. Ew jî cih li gel hemû gelên hejar ên cîhanê girtin û rêzdariyê bidim her kesê û girêdayî komînîzmê bim. Ev ji bo min mîrasê herî bi qedir û qîmet e. Ez ê wekî navê Devrim li min kirî bidim jiyîn.