Sebahat Tûncel jî wê dest bi greva birçîbûnê bike

Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel a girtî, biryar da ku li dijî polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve greva birçîbûnê.

Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a bi hejmara 1 a Kandiraya Kocaeliyê ev 4 sal in lê girtiye, biryara ketina greva birçîbûnê da. Tûncel wê di koma 3’yan a greva birçîbûnê de cih bigire.

Berê niha jî li heman girtîgehê Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Çaglar Demirel jî bi rêya malbata xwe ragihandibû ku wê dest bi greva birçîbûnê bike.

BI SER QAWÛŞAN DE GIRTIBÛN

Piştî ku li girtîgehê Demirel û jinek din a girtî dest bi greva birçîbûnê kirin, piştre bi ser qawûşên girtiyên siyasî yên Kurd ên weke Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel, hevserokên berê yên Şaredariya Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Edîbe Şahîn de girtibûn, pirtûk û pênûs jî di nav de, dest danîn li ser her materyalên bi nivîs.

XWEST KU NEQLÎ ÎMRALIYÊ BÊ KIRIN

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di nava materyalên hatin desteserkirin de, daxwaznameya ku Sebahat Tûncel ji bo destpêkirina greva birçîbûnê nivîsî jî hebû. Hate zanîn ku Tûncel di daxwaznameyê de daxwaz kiriye ku wê neqlî girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan lê dimîne bê kirin.